Kursa hekemiyê ya ji bo keçan

24 keç ji bo hekemiya futbolê perwerde dibin...

Kursa hekemiyê ya ji bo keçan

24 keç ji bo bibin hekem, hewl û xîreteke mezin didin. Li Çewligê ji bo keçan kursa hekemiyê hat vekirin. Keçên ku beşdarî kursê dibin piştî perwerdeyê wê belgeya hekemiyê bigirin û dest bi îdareya pêşbirkan bikin.

Ew ê jî wekî hekemên mêr pêşbirkan îdare bikin.

Li Çewligê bi alîkariya Federasyona Futbolê ya Tirkiyê ji bo keçan kursa hekemiyê hat vekirin.

Di encama mulaqet û hilbijartinê de ji 115 namzedan 24 keç ji bo kursa hekekmiyê hatin hilbijartin.

Keçên hatin hilbijartin ji bo fêrî hekemiyê bibin him li polê, him jî li qadê ji pisporan dersên teorîk û pratîk dibînin.

Tê ragihandin keçên ku li kursê perwerde dibin wê di demeke nêz de li qadên furbolê dest bi hekemiyê bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE