Keçên Mûşî eleqeyê nîşanî kursa karateyê didin. Keçên ku tên kursê ji aliyê antrenora serkeftî aydan ferhatoğluyê ve perwerde dibin û beşdarî bername û turnûvayên neteweyî dibin.
Li Mûşê kursa karateyê ya ku bi piştevaniya Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ve hatiye vekirin eleqeyeke mezin dibîne.
Lê zêdetir keçik eleqeyê nîşanî kursa karateyê didin.
Lewra hebûna mamosteya jin berê keçikan daye vê derê.
Antrenor Aydan Ferhatoğlu got, ‘’Nêzî 200 telebeyên min hene. Ji sedî 70yê wan keç in. Heta ji min tê ez ji bo perwerdeya wan dixebitim."
Antrenor Aydan Ferhatoğlu jî tevî 2 zarok û mêrê xwe ji bo perwerdeya kursiyeran gelek hewl dide.
Daxwaza kursiyeran ew e ku wek mamosteya xwe serkeftinan bi dest bixin.