Kursa kîkboksê bala ciwanan dikşîne

Bi saya kursê him sporê dikin him jî ji tiştên xerab dûr dibin

Kursa kîkboksê bala ciwanan dikşîne

Navenda perwerdeya gel a Midyadê bi hevkariya Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ji bo ciwanan kursa kîkboksê vekir. Ciwan bi saya vê kursê him sporê dikin him jî xwe ji tiştên xerab diparêzin.

Li Midyada Mêrdînê, bi hevkariya Navenda Perwerdeya Gel û Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ji bo ciwanan kursa kîkboksê hat vekirin.

Mamosteyê kursê dibêje zarokên Midyadî dikarin werin kursê û bêpere hînî kîkboksê bibin.

Li Midyadê cara ewil kursa kîkboksê hatiye vekirin. Ji bo vê jî eleqeya ciwanan zêde ye.

Bi saya vê kursê ciwan him xwe ji tiştên nebaş diparêzin him jî werzişê dikin.

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 12:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE