Li Midyata Mardinê bi hevkariya Navenda Perwerdeya Gel û Midûriyeta Ciwaniyê ji bo 15 rojên betlaneyê kursa tîr û kevanê hat vekirin. Xwendekar di vê çarçoveyê de him sporê dikin, him jî tîr û kevanê hîn dibin.
Li çar aliyên Türkiyeyê karne hatin dayîn û xwendekar ketin betlaneya 15 rojî.
Di vê betlaneyê de xwendekar beşdarî gelek çalakî û kursan dibin.
Li Midyata navçeya Mardinê jî bi hevkariya Navenda Perwerdeya Gel û Midûriyeta Ciwanî û Sporê kursa tîr û kevanê hat vekirin.
Di vê kursê de xwendekar him têra xwe sporê dikin, him jî tîr û kevanê hîn dibin.
Ger xwendekar bixwazin dê di betlaneya havînê de jî dîsa kurseke tîr û kevanê were kirin.