Li Dêrika Çiyayê Mazî, pêşbaziya kişikê hat lidarxistin. 192 xwendekar beşdarî turnûvayê bûn. Di dawiya pêşbaziyê de xwendekarên serkeftî xelat wergirtin.
Li qeza Mêrdînê Dêrika Çiyayê Mazî, ji bo balê bikşînin ser lîstîka kişikê turnûvayek hat lidarxistin.
192 xwendekar beşdarî pêşbaziyê bûn.
Xwendekaran bi kelecaneke mezin dest bi lîstikê kir.
Rêvebir û xizmên xwendekaran jî hatin temaşeya pêşbazîyê.
Di dawiya turnûvayê de xwendekarên serkeftî xelat girtin.