Îldema avjena neteweyî rekora paralîmpîkê ya 21 salan şikand

Elîf Îldema avjena neteweyî di kategoriya S1ê da rekora paralîmpîkê ya 21 salan şikand

Îldema avjena neteweyî rekora paralîmpîkê ya 21 salan şikand

Di Lîstikên Paralîmpîk ên Tokyayê ya 2020î da di kategoriya S3yê ya 100 mêtreya serbest a jinan da Elîf Îldema avjena neteweyî ji seridînê derbas nebû, lê di kategoriya S1ê ya 100 mêtre stîla serbest da rekora paralîmpîkê ya ku 21 sal berê hatibû şikandin, şikand û serkeftineke girîng bi dest xist.

Pêşbazî li Navenda Werzişên Avê ya Tokyoyê hatin kirin û Elîf di kategoriya S3yê ya 100 mêtreya serbest da bû 8em, di kalsmana giştî da bû 15em û bi ser neket, lê di S1ya kategoriya astengdaran da ket dîrokê.

Elîf Îldemê di kategoriya S1ê da rekora Danielle Watsê Brîtanyayî şikand û ew li paş xwe hişt. 21 sal şûnda Elîfê di kategoriya S1ê ya 100 mêtre stîla serbest da bi ser ket û bû xwediya rekora nû ya paralîmpîkê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE