Lîga Mertala Firatê

Biçûk û mezin li herêma azad futbol dilîzîn

Lîga Mertala Firatê

Li herêmên ku Tirkiyê ji terorê paqij kirin, jiyan geştir bibe. Deaş’ê demekê fûtbol qedexe kiribû, lê niha bi awayekî azad tê lîstin. Stadyûma el-babê ku xira bûbû, bi saya tirkiyê ji nû ve hat avakirin.

El Bab bi Operasyona Mertala Firatê ji rêxistina terorî DEAŞê hat rizgarkirin.

Niha jî li wan deveran, kelecana futbolê heye.

Terora DEAŞ’ê li El-Babê gelek tiştên civakî yan tune; yan jî qedexe kirin. Futbol jî di nav de…

Tirkiyê, him jiyana civakî him jî spor car din vejand.

Li El-Bab û Raiyê stadyûm hatin avakirin…

Li stadyûma ku pêşbirka derbiyê hat lîstin, hezar kes dikarin li maçan temaşe bikin. Ji bo misabeqeyê eleqe gelekî zêde ye.

2 Tîm wekî seramoniya lîga şampiyonan, bi zarokan re derketin qadê; bi dostî û biratî…

Di lîga herêma Mertala Firatê de 26 tîm hene û gelek tîm jî ji ber terorê reviyan û li derdora El-Babê bicih bûn.

“Fûtbol hatibû qedexekirin, me pir bêriya topê kiribû. Coş û kelecana me zêde bû. Min êş û jana şer bi saya fûtbolê jibîr kir.”

Pêşbirka derbiyê pir dijwar derbas bû û dewreya ewil 1 û 1 qediya.

Piştî dewreyê alîgirên her du tîman ketin qadê û wan bi hev re nimêja esrê kir.

Serokê tûrnavaya fûtbolê MUHAMMED WELİD OSMAN:“Li Sûriyê futbol bi tenê ne gog e; futbol perçeyekî jiyana me ye. Ciwan pir jê hez dikin. Me jî bi saya dewleta Tirkiyê turnuva çêkir. Em ê ji 26 tîman 2 komên lîgê ava bikin. Armanca me ew e ku jiyana civakî berdewam bike. Ez bawer im ku wê fûtbol ji bo gelê Sûriyê bibe riya biratî, yekitî û aştiyê.”

Dewreya duyem El-Bab Sporê golek avêt; maç 2 û 1 xilas bû. Bi vê encamê re El-Bab bû lîder.

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2019, 09:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE