Lîgên futbolê wê di 12ê Hezîranê da dest pê bikin

Ozdemir diyar kir her çiqas senaryoyên din jî hebin biryar dane ku Lîga Superê, Lîgên 1-2-3 û lîgên amator yên futbolê ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) navber dabûn di 12-13-14ê Hezîranê da bidin destpêkirin.

Lîgên futbolê wê di 12ê Hezîranê da dest pê bikin

Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê Nîhat Ozdemir diyar kir her çiqas senaryoyên din jî hebin biryar dane ku Lîga Superê, Lîgên 1-2-3 û lîgên amator yên futbolê ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) navber dabûn di 12-13-14ê Hezîranê da bidin destpêkirin.

Nîhat Ozdemir piştî civîna lijneya rêvebiriyê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê bi vîdeo konferansê daxuyanî da.

Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê Nîhat Ozdemir diyar kir her çiqas senaryoyên din jî hebin biryar dane ku Lîga Superê, Lîgên 1-2-3 û lîgên amator yên futbolê ku ji ber şewba Kovîd-19ê navber dabûn di 12-13-14ê Hezîranê da bidin destpêkirin û got ku em dixwazin bi alîkariya dewleta xwe sezonê temam bikin.

Ozdemir destnîşan kir wê lîgên xwe di Tîrmehê da temam bikin û wiha axivî: "Em kupayan li qadê bidin. Di Tebaxê da jî wê fînala Lîga Şampiyonan bê lîstin."

Serokê TFFyê Ozdemir diyar kir heta niha hefteyek bêyî temaşevanan hatiye lîstin û got ku wê pêşbaziyên ji niha û pê da jî bêyî temaşevanan bên lîstin û wiha dewam kir: "Em dixwazin heft dawiyên hefteyê pêşbirkan bilîzin û di nav hefteyê da pêşbaziyek bilîzin û sezonê di 26ê Tîrmehê da biqedînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE