Li Batmanê projeya “Bila her kes soberiyê hîn bibe”

Bi projeyê ciwanên ji 18 salî biçûktir soberiyê hîn dibin

Li Batmanê projeya “Bila her kes soberiyê hîn bibe”

Midûriya Spor û Ciwaniyê ya Batmanê, bi navê “bila her kes soberiyê hîn bibe” projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de ciwanên ji 18 salî biçûktir di hewzên portatîf de soberiyê hîn dibin.

Him ji Batmanê, him jî ji bajarên din ên herêmê carinan xeberên nexweş ên xeniqînê tên.

Ji bo welatiyên herêmê soberiyê hîn bibin gelek xebat û proje tên amadekirin.

Li Batmanê jî ji aliyê Midûriya Spor û Ciwaniyê yek ji wan projeyan hat amadekirin.

Navê projeyê jî danîn “Bila Her Kes Hînî Soberiyê Bibe”.

Bi projeyê, ciwanên di navbera 8 û 18 salî de di hewzên portatîf de bi mamosteyan re avjeniyê hîn dibin.

Bi projeyê wê gelek ciwan soberiyê hîn bibin û êdî wê di çem û qenalan de nexeniqin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE