Li Bilîsê, Midûriya Spor û Ciwaniyê, perwerdeya kaşûnê dide ciwanan. 170 kaşûnbazên ciwan, xwe hazirî misabaqayan dikin.
Li herêmê xebat û xizmetên ji bo ciwanan didomin.
Midûriya Spor û Xizmetên Ciwaniyê ya Bilîsê, perwerdeya kaşûnê dide ciwanan.
170 sporvanên ciwan, li navenda Kaşûnê ya Erhan Onur Güler, bi rêberiya antrenoran xwe bi pêş dixin.
Kaşûnbazên ciwan dixwazin xwe baş perwerde bikin û di misabaqayên Tirkiyê de bi ser kevin.
Herwiha li vê navendê kesên ji bo kêfê kaşûnê dikin jî, hene.