Li Bitlisê hewzê soberiyê yê nîvolîmpîk ket xizmetê

Midûrê Şaxa Ciwanî û Werzişê ya Parêzgehê Şahin Kardaş di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku hemû welatî dê ji hewzê ku wan kir fealiyetê, sûdê werbigirin.

Li Bitlisê hewzê soberiyê yê nîvolîmpîk ket xizmetê

Li Bitlisê hewzê soberiyê yê nîvolîmpîk ku bi destê Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Parêzgehê hat çêkirin û tê da salona fitnessê, sauna, tenîsa maseyê, kafeterya, odeyên hêsabûnê û trîbuna 520 kesî hene, dest bi xizmeta welatî û xwendekaran kir.

Ji navenda parêzgehê û navçeyên wê di çarçoveya bernameyê da xwendekar bi servîsê veguhestin û herwiha bi beşdariya 3 antrenorên soberiyê, 3 canparêz, psîkolog û fîzyoterapîst va soberiyê fêrî xwendekaran dikin.

Midûrê Şaxa Ciwanî û Werzişê ya Parêzgehê Şahin Kardaş di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku hemû welatî dê ji hewzê ku wan kir fealiyetê, sûdê werbigirin.

Kardaş diyar kir ku di çarçoveya reqamên ku Wezaret dide wan da ew dixwazin ku salê perwerdeya soberiyê bidin qedera 2 hezar xwendekarî û wiha dewam kir, "Herwiha armanca me ew e ku em vê reqamê derxin 5 hezarî. Xwendekarên me yên ji navçeyan jî bi servîsê tên. Herwiha bi heman awayî em bi servîsê xwendekarên li navenda parêzgehê jî tînin hewz. Dîsa mamosteyên me jî hevaltiya xwendekarên xwe dikin."

Kardaş diyar kir ku ew wer difikirin ku ew ê bi xêra hewzê soberiyê, organîzasyonên baş li Bitlisê pêk bînin û wiha got, "Ji ber ku hewzê me nîvolîmpîk e aniha em dikarin branşên lîgên li ser asta herêmî werbigirin. Hewzê me yê soberiyê ji bo Bitlisê tesîseke pir girîng e."

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2019, 12:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE