Li Çaldıranê hewlên ji bo sporê

Mal bi mal geriyan, malbat qanî kirin.

Li Çaldıranê hewlên ji bo sporê

Şaredariya Çaldıranê ji bo ciwan bibin sporvan mal bi mal digerin malbatan qanî dikin. Bi hewlên Şaredariyê heta niha 30 ciwanan beşa sporê ya zanîngehan qezenc kirin.

Şaredariya Çaldırana Vanê ji bo ciwanan kursa sporê vekir.

Ji bo ciwanên ku dixwazin bibin sporvan û derfetên wan kêm in 3 mehan kurs dan wan, hewcedariyên wan temîn kirin.

Ji bo ciwanên ku malbatên wan naxwazin ew bibin sporvan, hewlên qanîkirina malbatan hat dayîn.

Şaredarê Çaldıranê Şefik Ensariû mamosteyên sporê ji bo ciwanan xîret kirin.

Heta niha 12 keçik û bi temamî 30 ciwanan beşa sporê ya zanîngehan qezenc kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE