Li Çatakê şampiyoniya raftîngê

Ji 13 bajaran 300 sporvan beşdarî şampiyoniyê bûn

Li Çatakê şampiyoniya raftîngê

Li herêmê piştî ku teror qediya werzîşên xwezayî û sporên avê dest pê kir. Şampiyoniya raftînga Turkiyê li şaxa navçeya Wanê hat kirin. 300 kesî li ser çem, bi kelecan raftîng kir. Anadoluyê bû navenda raftîngê. Piştî Erzingan û Dêrsimê pêşbaziya raftîngê vê carê li Wanê hat lidarxistin.

Piştî operasyonên li dijî terorê aramî çêbû û potansiyela sporên avê xwe diyar kir.Bi hevkariya Wezareta Spor û Ciwaniyê, Fedaresyona Raftîngê û Qeymeqamiya Şaxê organîzasyona raftîngê çêkir.

Parkurên herî dirêj ên raftîngê li Şaxê ne. Ji ber vê yekê Şampiyoniya Raftîngê ya Tirkiyê li ser çemê Şaxê hat lidarxistin.

Ji 13 bajaran 300 sporvan hatin şampiyoniyê. Tîmên raftîngê kelekên xwe kişandin ser robar û ketin pêşbazîyê.

Di çalakiya spora avê da dîmenin rengîn derketin. Şampiyonaya raftîngê wê roja yekşemê xilas bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE