Li Çemê Xabûrê bi kelekên naylon hînî raftîngê bûn

Ciwanên ku bi îmkanên xwe hînî raftîngê bûn li Ardeşana Rizeyê bûn şampiyonê Türkiyeyê 

Li Çemê Xabûrê bi kelekên naylon hînî raftîngê bûn

Zarok û ciwanên bêşebaba Şirnexê, ji şûşeyên plastîk û torbeyan ji xwe re kelek çêdikirin û xwe berdidan avê… zarok bi vî awayî hînî raftîngê bûn û di şampiyonaya botan a raftîngê ya li ardeşana rîzeyê de bûn şampiyonê Türki̇ye'yê 

Zarokên Bêşebabê havînan wextê xwe li ser Çemê Xabûrê derbas dikin. 

Şûşeyên plastîk dixin nava torbeyan û jê kelekan çêdikin. 

Bi şimikên xwe jî bêrê dikşînin.. 

Zarokên ku bi derfetên xwe kelekan çêdikin, xwe ji jorê berdidin ava çem. 

Zarok, bi vî awayî hînî ajotina botan û raftîngê bûn. 

Ciwanên Bêşebabî, li Ardeşana Rîzeyê beşdarî Şampiyonaya dibistanan a sporên xwezayê bûn. 

Di nav gelek bajaran de ekîba Bêşebabê, di raftîngê de bû şampiyonê Türkiyeyê. 

Zarokên serkeftî dibêjin, di demen pêş de em dixwazin di vî warî de Türkiyeyê temsîl bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE