Li Diyarbekirê kursa noqaviyê

Xeyala ciwanan bi werzîşa binê avê pêk hat

Li Diyarbekirê kursa noqaviyê

Li Diyarbekirê kursa noqaviyê hat vekirin. Kursa balkêş eleqeyek mezin dibîne. Ciwanên ku dinyaya binê avê meraq dikin li hewzan tên perwerdekirin û paşê berê xwe didin behran.

Diyarbekir 700 kîlometre ji deryayê dûr e, lê belê bi vekirina hewzên olîmpîk êdî werzîşên binê avê tên kirin.

Komeleya Werzîşên Ava Dîcleyê li bajêr cara ewil di çarçoveya SODESê de kursa noqê vekir.

Ciwanên Amedî eleqeyek mezin nîşanî kursê dan. Kursa noqaviyê dawiya heftê li hewzên Midûriyeta Spor û Xizmetên Ciwanan tê dayîn.

Di bin avê de dîmenên balkêş û rengîn derketin holê. Ciwan di nav avê de mîna masîyan digerin.

Nûçegihanê me Ahmet Yukuş jî teçhîzat li xwe girêdan û berê xwe da binê avê.

Kursa bi navê ‘Bi hatina avê jiyanên nû’ 2 sal berê hatibû vekirin. Heta niha hezar û 300 zarok û ciwan hatine kursa noqaviyê.

Kursa noqaviyê 2 mehan dewam dike û kesên serkeftî sertifîka distînin.

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE