Li Diyarbekirê bi beşdariya Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mîhrîcana Çetirê hat lidarxistin. Çetirbaz, ji Çiyayê Pîrezîz bi çetiran firiyan. Wezîr Kasapoglu got:” Diyarbekir bi sporê peyama biratiyê dide.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Tirba Pîrezîz a navçeya Henê ji bo turîzma baweriyê ji nû ve çêkir û xist xizmetê.
Mizgeft û parka tirba Pîrezîz bi çalakiyên rengîn vebûn.
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu, parlamenterên AK Partiyê û gelek sporvan û xwendekar beşdarê mîhrîcana çetirê bûn.
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoğlu got, “Li Diyarbekirê peyama biratiya sporê tê dayîn. Ronkayî mesajê dide ku rojên tarî têk diçin. Em kêfweş in ku em bi sporvan û ciwanên xwe re ne, îro şahî heye. Xwedê hez bike rojên pak û xweş li benda ciwanên me ne.”
Di çarçoveya mihrîcanê de çalakiya firfirokan û pêşbirka çetirbazan hat lidarxistin.
Ji xeynî Amedê; ji Mêrdîn, Elezîz, Meletî, Bingol, Batman, Sêrt û Şirnexê çetirbaz beşdarî pêşbirkê bûn.
Çetirbazan li ser çiyayê hezar û 400 metroyî çetirên xwe vekirin û firiyan. Asîman bi spora çetiran rengîn bû.