Ofîsa Sporê ya Herêma Şaxa Zeytûnê xebatên xwe didomîne. Piştî avakirina salonên sporê û qadên fûtbolê tîmên fûtbolê hatin sazkirin. Niha li Efrînê lîga zarokan a fûtbolê dest pê kir.
Wekî her derê, li Efrînê jî li qadên sporê roj bi roj pêşbirk tên kirin.
Li Efrînê tîmên xortan û yên zarokan hene. Li bajêr 9 tîmên fûtbolê yên zarokan hene.
Piştî ku perwerdeya sporê ya tîmên zarokan temam bû, niha jî lîga zarokan dest pê kir. Bi van 9 tîman pêşbirkên lîgê tên lîstin.
Pêşbirka ewil di navbera tîmên Pêşerojê û Yekîtiya Efrînê hat lîstin.
Di pêşbirkê de Tîma Yekîtiya Efrînê qezenc kir.
Zarok dixwazin ku di warê fûtbolê de bêhtir bi ser bikevin.