Li Efrînê pêşbirka kişikê

Li Zanîngeha Efrînê ji bona şagirtan pêşbirkên zanîn û aqilê tên lidarxistin

Li Efrînê pêşbirka kişikê

Divê mirov di her warî de aqilê xwe bi pêş bixe û baştir bifikire. ji bo vê yekê li Zanîngeha Efrînê lîstik û pêşbirkên aqilê tên lidardistin. herî dawî pêşbirka kişikê hat organîzekirin. gelek xwendekar tevlî pêşbirkê bûn.

Zanîngeha Efrînê ji bo xwendekarên xwe aktîvîteyên cuda li dar dixe.

Çalakiya herî dawî jî pêşbirka kişikê bû.

Li zanîngehê 20 komên satrancê hatin avakirin.

Êdî kom tên hemberî hev û bi hev re kişikê dilîzin.

Hemû kom wê bi hev re bilîzin û koma ku bi ser bikeve jî, wê bê xelatkirin.

Xwendekar dixwazin ku pêşbirkên wisa bidomin û ew jî bêtir jê fêde bînin.

Her wiha xwendekarê di pêşbirkê de hertim qezenç bike jî ji aliyê Midûriyeta Zanîngeha Efrînê ve dê bê xelatkirin,

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE