Li Efrînê tîma fûtbolê ya astengdaran

Di şer de birîndar bûn lê dev ji xewn û xeyalên xwe bernedan.

Li Efrînê tîma fûtbolê ya astengdaran

Şerê Sûriyeyê, êrîşên rejim û terorîstan xewn û xeyalên bi milyonan mirovan têk birin. Lê hin kesan digel zor û zehmetiyan dev jê bernedan. Li Efrînê ji komeke astengdaran tîma fûtbolê hat sazkirin. Ew tevî hemû pirsgirêkan bi kêf û şahî dilîzin.

Di şerê Sûriyê û êrîşan de hin kes ji lingên xwe bûne.

Lê tu carî astengî ji bo wan nebû sedemek ku dev ji xewn û xeyalên xwe berdin.

Bi piştgiriya ofîsa sporê ya Efrînê, ji welatiyên astengdar tîma fûtbolê hat sazkirin.

24 welatiyên astengdar di tîmê de dilîzin. Navê tîma xwe jî danîn "Teyrên Baz".

Wekî berê çawa fûtbol dilîstin, niha jî dev ji lîstikê bernadin.

Ebû Omer el Kêlanî ji bajarê Xûtayê ye, di êrîşên rejimê de ji lingê xwe bûye. Ew niha kaptanê tîma fûtbolê ye.

Kêlanî got, "Kesên di tîma me de dilîzin, yan destê wan yan lingê wan qut bûne. Qelevan jî ji destê xwe astengdar e. Ewilî kesî bi me bawer nekir, lê piştî ku me lîst her kesî bawerî bi me anî ku em ê bi ser bikevin. Me li Îdlibê bi tîmekê re lîst, li Tirkiyê jî me lîst û em bi ser ketin."

Endamên tîmê dev ji xewn û xeyalên xwe bernadin.

"Ez ji hemû cîhanê re dibêjim ku bila li rewşa birîndaran binêrin; em dibêjin moralê me gelek e, îradeya me heye û em dikarin digel birînên xwe lîstika fûtbolê bidomînin."

Endamên tîmê dixwazin ku tev li lîga Tirkiyeyê bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE