Li Entabê Turnuvaya Firandina Dronan a Jinan

Ji 8 welatên cuda 8 pîlotên dronan ên jin beşdarî turnuvayê bûn.

Li Entabê Turnuvaya Firandina Dronan a Jinan

Li Entabê ji bo roja jinan, turnuvaya dronan a jinan a cîhanê hat lidarxistin. Di çarçoveya turnuvayê de 8 pîlotên dronan ên jin ketin pêşbaziyê. 8 pîlotên jin ji 8 welatên cuda hatin û beşdarî çalakiyê bûn.

Li seranserê welêt ji bo roja jinan a cîhanê çalakiyên ji hev cûdatir hatin lidarxistin.

Li Entabê jî ji bo vê rojê Turnuvaya Firandina Dronan a Jinan hat kirin.

Ji 8 welatên cuda 8 pîlotên jin beşdarî turnuvayê bûn.

‘’Li Tirkiyê cara ewil di navbera jinan de turnuvaya dronan a nevneteweyî tê lidarxistin. Ji Îtalya, Spanya, Rûsya, Emerîka, Koreya Başûr, Japonya û Tirkiyê 8 sporvanên jin ketin pêşbaziyê. Me xwest em balê bikşînin ser roja jinan.”

Pîlot ji bo ku bi navê jinan turnuvayeke wisa hat çêkirin kêfxweş bûn.

Ela Çetinkol jî hêj di 13 saliya xwe de bi navê Tirkiyê beşdarî pêşbirkê bû.

“Ez di vê roja taybet de bi sporvanên bitecrube re pêşbaziyê dikim. Ji bo vê jî ez pir bi kelacan im. Di misebeqeyan de çi ji destê min hat min kir.”

Li Tirkiyê cara ewil bi awayekî navnetweyî turnuvaya dronan a jinan hat kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE