Li Erziromê zarokên astengdar hînî patena cemedê dibin

Li Erziromê zarokên astengdar hînî patena cemedê dibin

Li Erziromê zarokên astengdar ên bi sendroma down û otîzmê di qursa ku Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê vekir da hînî patena cemedê didin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê daxuyanî da û ragihand ku Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Bajêr û Midûriyeta Şaxa Xizmetên Jin û Astengdariyê ji bo zarokên astengdar xebatek da destpêkirin.

Di çarçoveya projeya hat amadekirin da şaredarî zarokên astengdar, zarokên bi wan ra sendroma downê heye û yên bi otîzmê ketine heftê da 2 rojan tîne Eywana Hokêya Cemedê û di bin çavdêriya antronoran da zarok hînî patena cemedê dibin.

Zarokên bi vê xizmetê sporê dikin ji rayedaran ra spas kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE