Li gund beza hespan hebû

Xortên gund ev salek e ji bo vê rojê antremanê dikin.

Li gund beza hespan hebû

Li Selîma Qersê, li gundê Akçakaleyê bi salan e pêşbaziya hespan tê lidarxistin. Îsal di bezê de hespê bi navê “Cambaz” bû şampiyon. Her çiqas ne bezeke profesyonel be jî xortên gund ev salek e li benda vê rojê bûn.

Hespên qir û boz ketin rêzê, ji bo pîpika ewil hazir sekinîn.

Li gundê Akçakaleyê yê Selîma Qersê beza hespan bi kelecaneke mezin dest pê kir.

Li gorî hinekan organîzasyoneke biçûk e. Lê ji bo xortan, li gund kêf û şahiya herî mezin e.

Ev salek e ji bo vê rojê antremanê dikin. Dixwazin di roja pêşbaziyê de qabiliyeta xwe û hêza hespên xwe nîşan bidin.

Di dawiya pêşbaziyê de hespê bi navê “Cambaz” bû şampiyon.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE