Li gundê xwe haziriya şampiyonayê dike

Sporvanê atletîzmê ji bo şampiyonayê bi şev û roj dixebite...

Li gundê xwe haziriya şampiyonayê dike

Huseyn Can li Beşa Antrenoriyê ya Zanîngeha Heranê xwendekar e. Sporvanê Rihayî li gundê xwe ji bo şampiyonaya Atletîzmê ya U23’ê amadehiyan dike.

Huseyn Canê Rihayî, ji bo şampiyonaya Atletîzmê ya U23’ê li gundê xwe amadehiyan dike

Sporvanê neteweyî li Bursayê di hilbijartinên U23ê de bi ser ket.

Can got,“Ez li Bursayê bi ser ketim. Niha jî ji bo ku tevli Şampiyonaya Atletîzmê ya li Letonyayê bibim bi şev û roj dixebitim.

Him alikariyê dide malbata xwe him jî ji bo atletîzmê haziriyê dike.

Can got,“Min li ser riya zeviya xwe parkura atletîzmê çêkir. Ez her roj li vê derê haziriya xwe dikim. Ez dixwazim bibim şampiyon.”

Sporvanê Rihayî dixwaze di şampiyonayê de bi ser keve û navê bajarê xwe bide nasîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE