Li Hasankeyfa Batmanê piştî Bendava Ilısuyê gelek sporên cuda yên avê tên kirin. Bi saya sporan eleqeya turîstan a ji bo bajêr jî zêde dibe.
Bendava Ilisuyê ya ku li Hasankeyfê hat çêkirin ji bo herêmê bû cihekî turîstîk. Lewra li ser bendavê gelek sporên avê tên kirin.
Sporên ku li ser behrê tên kirin niha bala turîstan dide ser herêmê.
Ligel vê li ser avê çetir jî tên firandin.
Ji bo gelek kesan ferqa wê derê ji Marmarîsê nîne.