Li Colemêrgê Midûriya Xizmetên Ciwanî û Sporê ji bo paqijkirina qadên futbolê makîneyeke paqijkirina berfê da lîga amator. Bi vî awayî wextê berf were êdî tîmên Colemêrgê ji bo maçan wê neçin bajarên din.
Ev der Qada Futbolê ya Merzanê ya li navenda Colemêrgê ye.
Gelek berf bariyaye û li qada futbolê heta çokê berf heye.
Wextê berf tê tîmên lîga amator a Colemêrgê mecbûr dimînin ji bo futbolê biçin bajarên din.
Midûriya Xizmetên Ciwanî û Sporê ya bajêr ji bo paqijkirina qada futbolê makîneyeke berfê da lîga amator.
Dê ji niha û pê ve tîmên amator ên lîga bajêr neçin bajarên din û li qada xwe bileyzin.