Li Kirkpinarê Ali Gurbuz bû serpehlewan

Ali Gurbuzê serpehlewanê Kirkpinarê yê salên 2011, 2012 û 2019an û hevrikê wî Îsmaîl Koç berî fînalê xwe rûn kirin û bi pêşrevên xwe va silav dan amadebûyan. Pehlewanan bi çepikên amadebûyan dest bi gulaşê kirin. Husnu Patron gulaş bi rê va bir.

Li Kirkpinarê Ali Gurbuz bû serpehlewan

Ali Gurbuzê ku di fînalê da hevrikê xwe Îsmaîl Koç têk bir bû serpehlewanê Gulaşên Birûn ên Kirkpinarê ên Dîrokî yên 660em. 

Îsmaîl Koçê ku Erkan Ertan, Ozkan Yilmaz, Recep Kara, Yildiray Akin, Faruk Akkoyun têk birin û her wiha Ali Gurbuzê ku Osman Ozgun, Tanju Gemici, Ertugrul Dagdeviren, Serhat Gokmen û Orhan Okulu têk birin, ji bo fînalê derketin ser hêşînahiyê.

Ali Gurbuzê serpehlewanê Kirkpinarê yê salên 2011, 2012 û 2019an û hevrikê wî Îsmaîl Koç berî fînalê xwe rûn kirin û bi pêşrevên xwe va silav dan amadebûyan. Pehlewanan bi çepikên amadebûyan dest bi gulaşê kirin. Husnu Patron gulaş bi rê va bir.

Pehlewanên meydanê di kêliyên destpêkê yên milmilaneyê da li kêşa hev nihêrîn û carinan jî bi awayekî hişk dest avêtin patika hev.

Di deqîqeya 30yem a milmilaneyê da herdu pehlewan jî hatin hişyarîkirin ku xwe giran digirin.

Di 40 deqîqeyên maweya asayî ya milmilaneyê da ji ber ku ji herduyan yek jî bi ser neket, beşa yê ku puan distîne bi ser dikeve, dest pê kir.

Di deqîqeya 48emîn a milmilaneyê da Ali Gurbuz giraniya xwe dayê û puan stand û her wiha bû serpehlewanê Gulaşên Birûn ên Kirkpinarê ên Dîrokî yên 660em.

Bi vê encamê va Ali Gurbuz di kembera zêrîn da zincîreya duyemîn da destpêkirin. Ali Gurbuz heger saleke din jî bibe serpehlewan dê ji bo heta hetayê bibe xwediyê kembera zêrîn.

Gurbuz şabûna xwe bi malbata xwe ra parve kir û kurê xwe Recep da milê xwe.

Ali Gurbuz di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir ku ked û xebata wî gihîşt wî û ew bi ser ket. Gurbuz bal kişand ku ew ê bi îzna Xwedê kembera zêrîn ji bo heta hetayê li ser merzelê bavê xwe darda bike.

Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Mezin Mustafa Destici, Waliyê Edîrneyê Ekrem Canalp, Parlamentera AK Partiyê ya Edîrneyê Fatma Aksal, Parlamenterê CHPyê yê Edîrneyê Okan Gaytancioglu, Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Edîrneyê Orhan Çakirlar, Şaredarê Edîrneyê Recep Gurkan ji trîbuna protokolê milmilane temaşe kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE