Li Midyadê kursa basketbolê ya havînê

Zarok him basketbolê hîn dibin him jî bi hev re têra xwe dilîzin

Li Midyadê kursa basketbolê ya havînê

Qeymeqemiya Midyadê bi hevkariya Midûriya Spor û Ciwaniyê û Navenda Perwerdeya Gel, ji bo zarokan kursa basketbolê vekir. Zarok li kursê him basketbolê hîn dibin him jî bi hev re demên xweş derbas dikin.

Qeymeqamiya Midyadê di betlaneya havînê de ji bo zarokan kursên cuda vedike. Ji van yek jî kursa basketbolê ye.

Kursa basketbolê bi hevkariya Midûriya Spor û Ciwaniyê û Navenda Perwerdeya Gel ve hat vekirin.

Nêzî 100 zarok beşdarî kursê dibin. Salên zarokan di navbera 7 û 14an de ne. Kurs li Salona Girtî ya Sporê tê dayîn.

Zarok nava hefteyê her roj diçin kursê. Antrenor her roj bi qasî 2 saetan zarokan perwerde dikin.

Kursa basketbolê heta dibistan vebin wê dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE