Li Midyatê çalakiyên sporê dest pê kirin

Zarok him sporê dikin him jî bi hev re demeke xweş derbas dikin

Li Midyatê çalakiyên sporê dest pê kirin

Li Midyada Mêrdînê bi hevkariya navenda perwerdeya gel û midûriyeta ciwanî û sporê ji bo zarokan çalakiyên sporê tên lidarxistin. Zarokên ku di heyama şewbê de tim li malê bûn, tevlî çalakiyên sporê dibin. Zarokên di navbera 6 û 14 salî de him sporê dikin, him jî bi hev re demeke xweş derbas dikin.

Li Midyadê ji bo zarokan bi pêşengiya Midûriyeta Spor û Ciwaniyê çalakiyên sporê tên lidarxistin.

Zarokên ku di heyama şewbê hema bêje qet ji malê derneketin, bi kelecaneke mezin tevlî çalakiyan dibin.

Zarokên di navbera 6 û 14 salî de bi xêra çalakiyan him sporê dikin, him jî bi hev re demeke xweş derbas dikin.

Hat eşkerekirin ku Salona Sporê ya navçeyê her tim vekiriye û zarok her gav dikarin biçinê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE