Li Navçeya Midyata Mêrdînê, di navbera ciwanên xwedî baweriyên cuda de turnûvaya futbolê hat lidarxistin. bi vî awayî ciwanên misilman, xiristiyan û êzîdî bi hev re pêşbirk kirin.
Li Midyatê, bi sed salan e mirovên misilman, xiristiyan û êzîdî bi hev re di nav biratiyeke qedîm de dijîn û bi Kurdî, Siryanî, Tirkî û Erebî diaxivin.
Ciwanên xwedî baweriyên cuda di nava biratiyê de turnûvaya futbolê li dar xistin.
Di turnûvayê de ku ev nêzî mehekê ye dewam dike polên 12-G û 11-B derketin fînalê. di fînalê de pola 12-Gyê bi skora 3-1ê bi ser ket û bû şampiyon.
Xwendekarên ku di vê polê de dixwînin gelekî kêfxweş bûn.
Piştî turnûva bi dawî bû kûpa û xelatên cur bi cur hatin dayîn. her wiha ciwanan bi hev re wêne jî girtin.