Li Mûşê projeya ji bo zarokên taybet

Zarokên bi Sendroma Dawn û Otîstîk bi hev re sporê dikin û dilîzin...

Li Mûşê projeya ji bo zarokên taybet

Li Mûşê, ji bo zarokên ku nexweşiyên wan taybet in, projeyeke gelek girîng tê meşandin. Di çarçoveya projeyê de zarokên bi sendroma downê û otîstîk tên bal hev bi hev re dileyizin û sporê dikin.

Li Muşê, ji bo zarokên bi sendroma downê û otîstîk projeyeke grîng tê meşandin.

Proje, bi hevkariya Beşa Sporê ya Zanîngeha Alparslan, Olîmpiyatên Taybet a Tirkiyê û Midûriyeta Perwerdeyê tê meşandin.

Projeya watedar û mînak wê 8 hefteyan dewam bike.

Di projeyê de 22 zarokên bi sendroma downê û otîstîk bi hev re sporê dikin û lîstikên cûrbicûr dileyîzin.

Xwendekarên ku piştgiriyê didin projeyê dibêjin: “Bi saya vê projeyê, zarokên me tên ser xwe û hevaltiyê dikin.”

Xwendekar li hêviyê ne li bajarên derdorê jî projeyên bi heman rêngî bên kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE