Li Muşê “Projeya Damlayê”

Nêzî 40 xwendekarên biyanî li Muşê rafting kirin û li kanoyê siwar bûn

Li Muşê “Projeya Damlayê”

Ji 10 welatan nêzî 40 xwendekarên keç ên biyanî di çarçoveya “projeya damlayê” de çûn çemê mûradê, ji xwe re rafting kirin û li kanoyê siwar bûn.

Di çarçoveya “Projeyê Damlayê” ya Wezareta Ciwanî û Sporê de ji 10 welatan nêzî 40 xwendekar hatin Mûşê.

Xwendekar ewil çûn serdana dibistanan û kêfa zarokan anîn.

Xwendekarên biyanî dûvre jî ligel hin xwendekarên Tirkiyeyê ji bo raftingê çûn Çemê Mûradê.

Xwendekaran têra dilê xwe rafting kir û li kanoyê siwar bûn.

Xwendekarên Tirkiyeyê jî ji bo raftingê alîkarî dan wan.

Koma xwendekaran wê heta 30ê Îlonê li Mûşê be û wê beşdarî gelek çalakiyên din jî bibin.

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2018, 15:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE