Li Mûşê bi hevkariya Midûriya Spor û Ciwaniyê tûrnûvaya kişikê dest pê kir. Di tûrnûvayê de wê 200 ciwan li ber xwe bidin.
Li Mûşê tûrnûvaya setrençê dest pê kir.
Hezkiriyên kişikê di tûrnûvayê de tên hemberî hev.
Tûrnûva ji bo ciwanan bi rêvebiriya Midûriya Spor û Ciwaniyê tê çêkirin.
Tûrnûva wê ji 3 kategoriyan pêk were û 200 ciwan ji bo qezenc bikin wê 5 rojan li ber xwe bidin.
Piştî tûrnûvayê wê şampiyonên Mûşê wê li Batmanê beşdarî Tûrnûvaya Herêmî bibin.