Li gundê Başköyê yê Selima Karsê , spora cîrîtê hê jî tê kirin. Ciwanên gund siwarê hespê xwe dibin û bi hev re cirîtê davêjin.
Ewilî hespên xwe hazir dikin.
Pişt re zîna wan didin ser.
Dû re siwarî hespên xwe dibin û berê xwe didin qada cirîtê.
Ev der gundê Başkoyê yê Selîma Karsê ye.
Li vir cîrît tê lîstin.
Ciwanên gund li meydanê, li pey hev hespên xwe dibezînin û cîrîtê davêjin.
Li ser hespan coyan diavêjin hev.
Ciwanên gund dixwazin ku xwe pêş bixin û vê werzîşê bernedin.