Sporvanên kaşûna bi teker li Bilîsê ji bo bikevin tîma neteweyî û beşdarî şampiyonaya cihanê bibin amadehiyên xwe li ser asfaltê dikin. Sporvanên ciwan her roj li ser riya asfaltê bê navber dixebitin.
Dixwazin têkevin tîma neteweyî û bibin şampiyon.
Ji bo vê jî çi ji destê wan tê dikin.
Tîma Kaşûna biteker a Bilisê ji bo armanca xwe her roj li ser asfaltê antrenmanê dikin.
40 xwendekar li ser asfaltê bi kîlometreyan xwe kaş dikin û antrenmanê dikin.
Xeyala xwendekaran têketina tîma Neteweyî û şampiyoniya cihanê ye”.