Li ser berfê haziriya pêşbaziyan

Li gundê Toklulara Bingölê li ser berfê antremanên hespan dikin.

Li ser berfê haziriya pêşbaziyan

Li Karlıovaya Bingölê li ser berfê ji bo pêşbaziyên havînê, bi hespan atnremanan didin kirin. Ekîba TRT Kurdi’yê jî îdamana hespan kişand. Di haziriya pêşbaziya hespan de dîmenên rengîn jî derketin holê.

Ji bo ku masûlkeyên hespan xurt û qewîn bibin hespên xwe di nav berfê de dibezînin.

Ev der gundê Toxlana Karlıovaya Bîngolê ye.

Her sal li gund bi piştgiriya qeymeqamî û şaredariyê pêşbaziya hespan tê lidarxistin.

20 sal in ev pêşbazî tê kirin. Haziriya pêşbaziyê jî zivistanê dest pê dike.

Şêniyên gund hespên xwe bi baldarî xwedî dikin. Ji bo kondisyona wan jî li nav berfê îdamanê dikin.

Dema ku hespan dibezînin jî divê berf nerm be.

Lewra dema ku berf hişk be an jî kêm be hesp wê demê dibe ku xij bibin.

Di dema antremana hespan de dîmenên rengîn jî derdikevin holê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE