Navenda kaşûnê ya Merga Bûtanê ya Hakkariyê, havînan dibe cihê kanoyê. Ava ku ji berfa kaşûnê heliyaye, bûye gol û li ser vê golê jî spora kanoyê tê kirin.
Bilindahiya Navenda Kaşûnê ya Merga Bûtanê, 2 hezar metre û 800 mitro ye.
Zivistanê li vê herêmê kaşûn tê kirin lê dema dibe havîn berf tev dihele.
Niha dora vê avê hatiye girtin û golek jê hatiye çêkirin.
Li ser vê golê wê her havîn spora kanoyê were kirin.15 sporvanên kanoyê, kêfa ewil kir.
Waliyê Hakkariyê İdris Akbıyık û rayedarên leşkerî jî beşdarî sporê bûn.