Li ser Gola Çıldırê ya cemidî motorsîklet ajotin

Li ser Gola Çildirê heta niha çalakiyên cur bi cur hatine kirin. Lê ev tişt cara ewil pêk tê.  

Li ser Gola Çıldırê ya cemidî motorsîklet ajotin

Gözde Güney , Gözde Hellaç û Ata Kahveci̇oğlu..  Ajokarên motorsîkletê li ser gola çildirê ya cemidî performansek rengîn nîşan dan.

Di nav werzîşkaran de her ku diçe hejmara jinan zêde dibe. Du jinên serkeftî bi motorsîkletên xwe çûn ser Gola Çildirê û motorên xwe ajotin. 

Li ser Gola Çildirê heta niha çalakiyên cur bi cur hatine kirin. Lê ev tişt cara ewil pêk tê.  

Ewilî bi traktorê berfa zêde ya li ser golê hat rastkirin. Paşê 3 sporvanan bi motorsîkletan pêşandan pêk anîn. 

Werzîşkara bi navê Gözde Hellaçê got em mînaka jinan e. 

“li Tirkiyeyê werzîşkarên jin pir kêm in. Mixabin di beşa motorsîkletê de haya kesî ji me tune ye. Lewra wisa tê zanîn ku bi tenê mêr motorsîkletan diajon. Em îro li ser Gola Çildirê ne. Me pêşandinek li dar xist. Cara ewil du jin li ser golê tiştek wiha dikin. Me xwest bê zanîn ku di şert û mercên zehmet de jî jin hene.” 

Werzîşkaran bi saetan motorsîkletên xwe li ser ava golê ya cemidî ajotin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE