Li Ercişa Vanê 3 mamosteyên perwerdeya bedenê, hatin bal hev û ji bo xwendekaran wek onlîne, dest bi perwerdeya jûdoyê kirin.
Mehmet Tetik, Barış Çiçek Û Uğur Özaydın…Ev her sê jî mamosteyên perwerdeya bedenê ne û li Ercişa Vanê wezîfeyê dikin.
Her sê mamoste ji bo xwendekar ji perwerdeya jûdoyê jî bêpar nemînin dest bi xebatê kirin.
Li ser înternetê ji bo xwendekaran perwerdeya jûdoyê didin.
Xwendekar di heman demê de pirs û tiştên ku meraq dikin jî dipirsin.