Li Serena Williamsê cezayê pere birîn

Tenîsvana Amerîkayî ku derket çaryekfînalê, ji ber ku bi raketa xwe zirar da korta çîm, 10 hezar dolar cezayê pere lê hat birîn

Li Serena Williamsê cezayê pere birîn

Tenîsvana Amerîkayî Serena Williamsê bi sedemê ku zirar da kortê, 10 hezar dolar cezayê pere xwar.

Williamsa 37 salî ku li grand slama sêyemîn a turnuwaya tenîsê Wimbledonê li pey şampiyontiya 8emîn e, ji ber sedema ku berî organîzasyonê gava di kortên rahênanê da amadekarî dikir, bi rakêta xwe zirar da korta çîm, 10 hezar dolar cezayê pere lê hat birîn.

Serena Williams di tûra çaremîn a turnuwayê da bi nimro 11 va derketibû hemberî Carla Suarez Navarro ya Îspanyayî û herwiha hevrika xwe 2-0 têk biribû û derketibû çaryekfînalê.

Organîzatorên turnuwayê herwiha ji ber gotinên wî yên neçê yên di maça tûra sêyemîn da, li Fabio Fogniniyê Îtalyayî ku di dawiya maçê da têk çû, 3 hezar dolar cezayê pere birîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE