Li Şirnexê Apê Yusuf ê 67 salî basketbol dilîze

Dekçiyê bavê 6 zarokan li dibistanê xebatkar e û car caran bi zarokan ra basketbol dilîze.

Li Şirnexê Apê Yusuf ê 67 salî basketbol dilîze

Li Şirnexê Yusuf Dekçiyê 67 salî yê li Dibistana Seretayî û Navîn ya Omer Keçecîgîlê xizmetkar e di demên xwe yên vala da basketbolê dilîze û werzişê dike.

Dekçiyê bavê 6 zarokan li dibistanê xebatkar e û car caran bi zarokan ra basketbol dilîze.

Dekçî got ew zarokan û basketbolê pir hez dike û wiha axivî: "Dema em biçûk bûn derfetên wiha tunebûn, em li gund mezin bûn. Êdî emrê min ji bo werzîşê ne emrekî ciwan e, lê ez bi zarokan ra dilîzîm û hestên min piçûkatiya xwe de tehm nekiribûn niha tehm dikim. Carna diçim li baxçeyê dibistanê, carna jî diçim li tesîsên Midûriya Ciwanî û Werzişê. Mamoste û xwendekar rêzê nîşanî min didin. Heta qeweta min hebe ez ê bi wan ra bilîzim. Bi lîstina wan ra ez kêfxweş dibim."

Mamosteyê perwerdeya bedenê Îbrahîm Tug jî got Xalê Yusuf pir tê hezkirin û wiha axivî: "Xalê Yusuf beşdarî dersên me dibe. Carna di antremanan da bi zarokên me ra wextê xwe bi kêf derbas dike."

Bû endamê tesîsê

Midûrê Bajêr yê Ciwanî û Werzişê Abdullah Ayar jî got ew carna dîmenên lîstika Dekçî li ser hesabên medyaya civakî parve dike.

Ayar wiha axivî: "Li vir xweşikî, dilsozî û xweşbînî heye ku Apê me yê Yusuf mînaka herî baş a vê yekê ye. Bi kincên xwe yên herêmî va beşdarî werzişê dibe. Me jî ew kir endamê vê derê. Înşallah hejmara van însanan zêdetir be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE