Li Şirnexê turnuwaya tenîsê

Di roja duyem de 47 pêşbirk hatin lîstin.

Li Şirnexê turnuwaya tenîsê

Li Şirnexê turnuwaya Cûdî Cup a Tenîsê ya Navneteweyî bi kelecaneke mezin didome. Di 6 kortan de 47 pêşbirk hatin lîstin. Tenîsbazên herêmê jî di misabeqeyan de serkeftî bûn.

Li Şirnexê kêf û coşa Cûdî Cup’ê bi misabiqayên dijwar dewam dike.

Li kampusa Zanîngeha Şirnexê turnuwaya tenîsê ya navneteweyî tê lidarxistin.

Ji xeynî Tirkiyeyê ji Rûsya, Lîtvanya, Qazaxistan, Tûnis, Polonya, Îran, Gurcistan û Îngilîstanê 37 jê keç 81 sporvan beşdar dibin.

“Ez ji Lîtvanyayê têm. Turnuwaya Cûdî Cup’ê bêhempa ye. Xelkê Şirnexê pir hêja ye û xwarinên vê derê pir xweş in.”

Di heman demê de li ser 6 kortan pêşbirk hatin lîstin.

Ji herêmê jî gelek pêşbaz beşdarî turnuwayê dibin.

Nava rojê turnuwa, êvarê jî di çarçoveya mihrîcana ciwanan de çalakiyên cûrbicûr tên lidarxistin. Hunermend Simge Sağınê jî konser da.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE