Li Sivereka Şanlıurfayê kursa badmîntonê hat vekirin. Zarokên di navbera 6 û 16 salî de, dikarin beşdarî kursê bibin. Zarok li vir piştî hînbûna badmîntonê wê bikevin bijartinên tîma neteweyî.
Hin ji wan 6, 7 û 8 salî ne… Hin jî 14,15 û 16 salî...
Li hemberî hev kedeke mezin didin ji bo ku beşdarî tîma neteweyî bibin.
Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Sivereka Şanlıurfayê kursa Badmîntonê vekir.
Heya niha 24 xwendekar beşdarî kursê bûn.
Mamosteyê kursê zarokan yek bi yek hînî badmîntonê dike.
Zarok j li vir him wextên xwe xweş derbas dikin him jî hinî sporeke nû dibin.
Piştî kursê xwendekarên serfektî ji bo ku bikevin tîma neteweyî wê bikevin bijartinan.