Li Tatvanê xebatên sporvanên babirkê

Sporvanên Klûba Babirkê ji bo şampiyonaya Tirkiyê haziriyê dikin

Li Tatvanê xebatên sporvanên babirkê

Li Tetwana Bilîsê, ji ber şewba vîrûsa koronayê navber hatibû dayîn spora babirkê. Piştî ku heyama asayîbûnê dest pê kir, sporvanan jî li behra wanê dest bi îdmanan kirin.

Îsal ji ber nexweşiya koronayê gelek çalakiyên sporê yan hatin betalkirin yan jî navber hat dayîn.

Ji van yek jî spoya babirkê yanî yelkenê bû. Sporvanan piştî 3 mehan li Behra Wanê dest bi îdmanan kirin.

Sporvanên Klûba Sporê ya Ciwanan a Bilîsê her roj di bin kontrola antrenorên xwe de dixebitin.

Ew ji bo ku tevlî Şampiyonaya Babirkê ya Tirkiyê bibin, bi şev û roj dişuxilin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE