Li Tirkiyê bûn yekemîn

Tîma Krosê ya xwendekarên Erdîşî bû şampiyon

Li Tirkiyê bûn yekemîn

Xwendekarên YİBO’ya Erdîşê di krosê de li Tirkiyê bûn yekemîn. Tîma ku beriya niha jî çendîn car bûbû şampiyon, zêdetir ji xwendekarên gundan pêk tê.

Xwendekarên YİBO’ya Erdîşê serkeftineke mezin bi dest xist.

Ew di şampiyonaya atletîzmê ya li Antalyayê de di navbera hemû bajaran de, bûn yekemîn.

Tîma Krosê ya Erdîşê, berî vê jî çendîn car di şampiyonaya li herêmê û Tirkiyê de bûbû yekemîn.

Antrenorê tîmê dibêje: “Em bi xwendekarên xwe serfiraz in, lewra her yekî wan bi dil û can dixebite.”

Dîroka nûkirinê: 14 Çile 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE