Li Tunceliyê Şampiyonaya Raftîngê Ya Dinyayê

Ji 20 dewletan 800 sporvan beşdarî raftîngê bûn.

Li Tunceliyê Şampiyonaya Raftîngê Ya Dinyayê

Şampiyonaya Raftîngê ya Dinyayê îsal li Tunceliyê hat lidarxistin. Ji xeynî Tirkiyeyê ji 20 dewletan 800 sporvan beşdarî organîzasyona girîng bûn. Çalakiya rengîn li bajêr hadiseyên terorî dan jıbîrkırın.

Li Rojhilatê Anadolê piştî pêkhatina aramî û ewlehiyê organîzasyonên navneteweyî tên tertîpkirin.

Bi hevkariya wezareta spor û ciwaniyê, federasyona raftîngê û walitiya Tunceliyê cara ewil li Tuceliyê şampiyonaya raftîngê ya dinyayê hat lidarxisitin.

Ji xeynê Tirkiyeyê ji; Îtalya, Frensa, Rûsya, Îran, Venezuela, Çîn û Hîndîstanê bi tevahî ji 20 dewletan 800 sporvan beşdarî pêşbaziya girîng bûn.

Çalakiya rengîn êvarê bi meşa kortejê dest pê kirin. Walî Tuncay Sonel, Serokê Federasyona Raftîngê ya Dinyayê Danilo Barmaz û sporvan li kolanên Dêrsimê meşiyan.

Pêşbazîya raftîngê ya li ser Çemê Munzurê bi slogana ‘Hertişt bi naskirinê dest pê dike’ dest pê kir.

Welatiyên ku ji bo çalakiyê kom bûbûn jî li raftîngê temaşe kirin.

Walî Tuncay Sonel got Tuncelî êdî bajarê hizûr, ewlehî, turîzm û sporê ye.

Walî Sonel wiha dewam kir.“Li ser Munzurê pêşbaziyên gelek xweş dewam dikin. Her wiha êvarê jî pêşbazî tên kirin. Ev jî rewşa aramî û ewlehiya bajêr nîşan dide. 36 Kîlomêtre Parkura Munzurê ji aliyê federasyona raftîngê wek parkura navneteweyî hat îlankirin.”

Sporvanên biyanî û xwemalî piştî pêşbaziyan li Dêrsîmê jî digerin û nas dikin.

Şampiyonaya raftîngê ya dinyayê wê 13ê Hezîranê bi merasîma madalyayê biqede.

Dîroka nûkirinê: 14 Hezîran 2019, 19:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE