Li Viranşehirê korta tenîsê tê çêkirin

Welatiyan xwest, Wezareta Spor û Ciwaniyê jî ji wan re çêkir

Li Viranşehirê korta tenîsê tê çêkirin

Welatiyên li taxa Sarıbalê ya Viranşehira Şanlıurfayê ji xwe re bi îmkanên xwe korteke tenîsê çêkirin û tê de bi cilên xwe yên kurmancî tenîs dilîstin. Ji ber vê hewla welatiyan Wezîrê Spor û Ciwaniyê Muharrem Kasapoğlu ji bo ku ji wan re kortoke baş were çêkirin talîmat da. Paşê înşaeta kortê dest pê kir. Niha welatî li bendê ne ku korta wan bikeve xizmetê.

Welatiyên Saribalê ji xwe re li ser axa sor korteke tenîsê çêkirin, bi cilên xwe yên Kurmancî tê de tenîs dilîstin.

Lê êdî welatiyên Viranşehira Şanlıurfayê dê di korteke modern de bilîzîn.

Li Taxa Saribalê welatiyan bi imkanên xwe ji xwe re korteke tenîsê çêkirin.

Piştî ku hewl û xîreta wan bû nûçe Wezareta Ciwanî û Sporê ket dewrê.

Wezîr Muharrem Kasapoğlu ji bo ku ji wan re korteke morden bê çêkirin talîmat da.

Paşî înşaeta kortê dest pê kir û niha li ber temambûnê ye.

Welatî benda wê rojê de ku korta wan bikeve xizmetê û ji xwe re tê de têr bi cilên xwe yên Kurmancî bi tenîsê bilîzin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE