Pêşi ji çoka xwe seqet bû, paşê erebeyê lê da lê li gel van hemûyan dev jî armanca xwe berneda. Atletê Neteweyî Îbrahîm Karateker hêj 19 salî ye lê him şampiyonê Türkiyeyê him jî yê Balkanan e.
Serçoka wî ji cih derket, menîskusa çoka wî qetiya. Jê re gotin êdî tu nikarî baz bidî lê guh neda tu kesî.
İbrahim Karatekerê li Muşê dijî, li gel hemû bêsiûdiyan li ber xwe da û dev ji atletîzmê berneda.
Piştî hat dermankirin bênavber xebitî û di demeke kurt de dîsa wekî berê biqewet bû.
Atletê bêsiûd dema haziriya hilbijartinên Balkanan dikir erebeyekê lê da. Karateker 2 rojan li nexweşxaneyê raza û 20 rojan navber da şixul û antremanan.
Sporvanê bixîret hefteya borî di Şampiyonaya Türkiyeyê de bû yekemîn.İbrahim Karateker niha jî dixwaze bibe şampiyonê Ewropayê û madalyaya zêr qezanc bike.