Lîstikên Olimpiyata 2020 Tokyoyê hatin taloqkirin

Lîstikên Olîmpiyata 2020 Tokyoyê ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê hatin taloqkirin.

Lîstikên Olimpiyata 2020 Tokyoyê hatin taloqkirin

Komîteya Olimpiyata Navneteweyî (IOC) ragihand ku Lîstikên Olîmpiyata 2020 Tokyoyê ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê hatin taloqkirin.

Di daxuyaniya li ser malpera IOCê da hat ragihandin ku di peywendiya bi telekonferansê ya Serokê IOCê Thomas Bach û Serokwezîrê Japonyayê Abe Şinzo da di çarçoveya agahiyên ku ji Rêxistina Tenduristiya Cihanê hat wergirtin da, bi mercê ku ji havîna 2021ê derbas neke, biryar hat sitandin ku olimpiyat bên taloqkirin.

Lîstikên 2020 Paralimpik ku plana wê hatibû kirin ku li Tokyoyê 25ê tebaxê-6ê îlonê werin kirin jî bi heman awayî hatin taloqkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE