Busenaz Surmeneliya di boksa jinan a 69 kîloyê ya Lîstikên Olîmpiyatê ya Tokyo 2020ê da têkoşîn dida madalyaya zêrîn qezenc kir û Buse Naz Çakirogluya di boksa jinan a 51 kîloyê ya Lîstikên Olîmpiyatê ya Tokyo 2020ê da têkoşîn dida jî madalyaya zîvîn qezenc kir.
Buse Naz di fînala dîrokî ya li Arenaya Kokugîkanê da derket hemberî Stoyka Zhelyazkova Krastevaya werzişvana ji Bilxaristanê.
Di raunda ewil da kulmbaza ji Bilxaristanê ji 5 hekeman 10 puan sitand. Di raunda duduyan da Buse Nazê dîsa xwe zêde nîşan neda û bi tenê ji hekemekî puanê tam sitand. Di raunda dawîn da kulmbaza ji Bilxaristanê dîsa bi ser ket û Buse Nazê di fînalê da madalyaya zîvîn qezenc kir.
Mehmet Muharrem Kasapogluyê Wezîrê Spor û Ciwaniyê jî misebeqe li salonê temaşe kir.
AA