Lîstikên Olîmpiyatê yên Tokyo 2020î

Di Lîstikên Olîmpiyatê yên Havînê yên 32emîn ên ku li Tokyoya paytextê Japonyayê tê lidarxistin da roja 8emîn li paş me.

Lîstikên Olîmpiyatê yên Tokyo 2020î

 Tirkiyeyê di roja 8emîn a Lîstikên Olîmpiyatê yên Tokyo 2020î da madalyayeke zêrîn qezenc kir û wisa roj qedand. 

Di Lîstikên Olîmpiyatê yên Havînê yên 32emîn ên ku li Tokyoya paytextê Japonyayê tê lidarxistin da roja 8emîn li paş me. Ji Tirkiyeyê di 3 branşan da 5 werzişvanên neteweyî û tîmek têkoşîn da. 

Mete Gazozê ku di kategoriya şexsî ya tîrkêşiya klasîk da têkoşîn da û madalyaya zêrîn qezenc kir û madalyaya zêrîn a Tirkiyeyê ya Tokyo 2020î sitand. Ev madalya bû madalyaya olîmpiyatê ya ewil a tîrkêşiya Tirkan. 

Tîma Voleybolê ya Jinan a Neteweyî ya Ayê ku di Tokyo 2020î da di Koma Byê da têkoşîn dide di pêşbirka xwe ya 4emîn da bi Arjantînê ra hat pêşberî hev. Tîma neteweyî reqîbê xwe 3-0 têk bir û garantî kir ku dê komê di nav 4ên ewil da xilas bike û di olîmpiyatên ku di dîrokê da cara duyemîn beşdar dibe da cara ewil ji komê derket. 

Ersu Şaşmayê ku di têkoşîna seridandinê avêtina bi rotê da têkoşîn dide bi dereceya xwe ya 5,65an va navê xwe di nav 12 atletên herî baş da da nivîsandin. Ersu bi vê serkeftina xwe va bû atletê ewil ê ku di vê kategoriyê da derket fînalê. 

Di atletîzmê da di seridandinên 100 mêtroyî da 2 atetên neteweyî derketin pîstê. Emre Zafer Barnes bi dereceya xwe ya 10.47an va, Jak Alî Harvey jî bi dereceya xwe ya 10.25an va nekarîn derkevin nîv fînalê. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE